Bexda | Hejmarek mosek li Navçeya Kesk ketin

13 October 2022 13:31 0 dîtin
Bexda | Hejmarek mosek li Navçeya Kesk ketin

PeyamaKurd – Li paytexta Iraqê Bexdayê, hejmarek moşek li Navçeya Kesk a Bexdayê ketin.

Li gor zanyariyan, piştî ketina moşekan li balyozxaneyên çend welatan ên li Navçeya Kesk a Bexdayê, zengilê hişyariyê hatin lêdan.

Herwiha Şaneya Ragihandina Ewlehiyê diyar kir, Navçeya Kesk li Bexdayê û derdora wê bi 9 moşekên Katyusha hatin armanckirin û di encamê de hejmarek ji endamên asayişê û welatiyan birîndar bûn.