Bi biryara Serokwezîr Barzanî wê êdî zarokên otîzmê belas werin tedawîkirin

02 June 2022 17:22 0 dîtin
Bi biryara Serokwezîr Barzanî wê êdî zarokên otîzmê belas werin tedawîkirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Mesrûr Barzanî, ji bo bê pere tedawîkirina zarokên bi nexweşiya otîzmê rizamendî nîşan da.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir, Serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî rizamendî li ser wê yekê nîşan da ku êdî zarokên bi nexweşiya otîzmê li ser xercê hikûmetê bên dermankirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ew biryar ji bo berçavgirtina rewşa darayî ya malbatên nexweşan hatiye dayîn û êdî zarokên ku otîzma wan heye dê li nexweşxaneyên hikûmetê belaş bên dermankirin.

Hat diyarkirin ku ji bo vê jî wezaretên tenduristî û karûbarên civakî hatine raspardin da ku hemahengiyên pêwîst bikin û zarokên otîstîk ji hemû xizmetguzariyên tenduristîyê sûdê werbigirin.