Blinken referandûma Rûsyayê sermezar kir: Em tu carî encama wê referandûmê nas naskin

28 September 2022 10:36 0 dîtin
Blinken referandûma Rûsyayê sermezar kir: Em tu carî encama wê referandûmê nas naskin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi daxuyaniyekê referandûma Rûsyayê şermezar kir û got, ew tu carî tevlîkirina navçeyên Ukraynayê bi Rûsyayê ve nas nakin.

Antony Blinken da zanîn: “Em û çend welatên din bi awayekî eşkere radigihînin ku em tu carî tevlîkirina navçeyên Ukraynayê bi sînorê Rûsyayê ve, nas nakin.”

Herwiha Blinken eşkere kir, mafê Ukraynayê heye ku berevaniya xwe bike û navçeyên xwe kontrol bike.