Çekdaran komkujî pêk anî: Zêdetirî 100 gundî hatin kustin
PeyamaKurd – Li welatên Afrîka Etiyopyayê komên çekdar ên li eyaleta Benishangul-Gumuz êrîşî gundekî kirin û komkujî pêk anîn.
Hat ragihandin ku êrîşa çekdaran doh 23yê Kanûnê danê sibehê pêk hatiye û zêdetirî 100 gundî hatine kuştin.
Li gorî ragihandina komelên mafên mirovan, sedema êrîşê nijadperestî ye ku li wî gundî kesên xwedî nijad û regezên cuda dijîn.
Wekî sedema sereke ya êrîşên çekdaran hewldanên destdanîna ser erd û zeviyan tê nîşandan ku gelek caran ji ber wê yekê alozî di navbera xelkê Etyopyayê de derdikeve û kuştin çêdibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin