Çemçemal | Bi fermana Serok Barzanî 350 xanî bo malbatên sehîdan hatin çêkirin
PeyamaKurd – Bi fermana Serok Barzanî, li bajarokê Çemçemalê yê Herêma Kurdistanê, 350 xanî bo malbatên şehîdan hatin çêkirin.
Li gor endamê encumena serkirdetiya Kerkûk-Germiyanê ya PDKê Ednan Kerkûkî diyar kiriye, bi fermana Serok Barzanî, PDKê 350 xanî bo malbatên şehîdan li Çemçemalê çêkir.
Herwiha Ednan Kerkûkî daye zanîn, tevahiya xaniyan hatin teslîmkirin û bi vî rengî beşek mezin ji malbatên şehîdan bûn xwedan xanî.
Kerkûkî destnîşan kiriye, li bajarokê Derbendîxan jî 70 xanî bo malbaêtn şehîdan hat çêkirin. Li Ranya û Dûkan jî xanî bo malbatên şehîdan hat çêkirin. PDK, dê li ser xizmetkirina malbatên şehîdan berdewam be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin