CHPê ji bo vegerandina koçberên Sûrî nexserêyeke 4 xalan belav kir
PeyamaKurd - Partiya Komarîya Gel li Tirkiyê (CHP) ji bo vegerandina koçberên Sûrî yên li Tirkiyê bicih bûne, nexşerêyeke ji 4 xalan pêk tê belav kir.
CHPê daye xuyakirin, dema ku ew bûn desthilat dê weke pênagava yekem ji bo vegerandina koçberên Sûrî ligel hikûmeta Sûriyê dest bi diyalogê bikin û piştî avakirina herêmên ji ber şer wêranbûne, çend projeyên veberhênanê û pêkanîna ewlehiyê li Sûriyê di nava 2 salan de koçberên Sûrî vegerînin welatê wan.
Di daxuyaniya CHPê hatiye diyarkirin ku niha li Tirkiyê 4 milyon ji wan Sûrî bi giştî derdora 6 milyon koçber hene û hatiye gotin: “Berdewamiya vê rewşê ji bo welatê me nîne. Bêyî dijayetî û nijadperestiya li beramber ti aliyekî em bi biryar in ku destpêkê koçberên Sûrî hemû koçberan vegerînin welatê wan.”
CHPê da zanîn ku ew dê ji roja yekem a desthilata xwe û şûnde ji bo vegerandina koçberan dest bi kar û xebatan bikin û wiha hat gotin: “Em ê herî kêm di nava 2 salan de birayên xwe yên Sûrî vegerînin welatê wan. Divê hûn vê yekê baş bizanin ku ew kesên bûne sedema pirsgirêkê nikarin pirsgirêka Sûriyan çareser bikin. Em dikarin vê pirsgirêkê bi zimanek aşitiyane û rêzbazên cuda çareser bikin û ji bo vê yekê 4 palanên me hene.”
Di nexşerêya CHPê de xalên; Diyalog û gotûbêja ligel Sûriyê, Ji nû ve avakirina navçeyên li Sûriyê yên ji ber şer wêranbûne, Pêkanîna ewlehiya can û malê koçberên ku vedigerin û Piştevaniya veberhênanê li Sûriyê û dabînkirina derfetên kar ji bo koçberan cî digirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin