Cotyar Adil: Biryara dadgeha federal dikare li pey xwe biryarên talûke bîne

24 February 2022 01:55 0 dîtin
Cotyar Adil: Biryara dadgeha federal dikare li pey xwe biryarên talûke bîne

PeyamaKurd – Îro encumena wezîran ya Herêma Kurdistanê civîna xwe ya normal kir û li ser biryara dadgeha federal ya Iraqê rawestiya. Encumen, ragihand ku biryara dadgeha federal li dijî destûra Iraqê ye.

Berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adli talûkeyên biryara dadgeha federal ya di derbarê xaz û petrola Herêma Kurdistanê de ragihand.

Cotyar Adil ragihand ku ku eger ber li biryara dadgeha federal nê girtin, dikare rê li ber mudaxeleya leşkerî ya ji bo Herêma Kurdistanê veke, balafirgehan û deriyên sînor bigrin û dikare biryarên talûke yên din jî bide. Cotyar Adil ji bo K24 ê mijarê weha ragihand:

“Berya her tiştî ev biryar biryarekî talûkeye. Eger dadgeh dest bi biryarên terefgiriyê kiriye, ev ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê her weha ji bo temamê dahatûya siyasî ya Iraqê talûkeye.

Wê biryar li pey xwe biryarên din yên weka mudaxeleya leşkerî ji bo Kurdistanê, girtina balafirgehan, îşxala deriyên sînor dikare bîne. Lewra me ragihand ku em biryarê nasnakin û red dikin.

Li gor fikra me; tekane çareseriya mijarê destûra bingehîn e. Li herêmê û temamê dinyayê destûr tiştên herî bi qiymetin û divê herkes rêz lê bigre. Lewra em dibêjin çareseriya herî baş ya destûriye.”