DAISê 2 welatiyên Kurd revandin, yek jî îdam kir
PeyamaKurd - Yek ji wan du welatiyên Kurd ên ku li Gwêrê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, hat îdamkirin û yê din jî bi birîndarî rizgar bû.
Li gor zanyariyan, do 2 welatiyên Kurd dema ku li bajarokê Gwêrê yê di navbera Hewlêr û Mûsilê de li çemê masiyan digirtin ji aliyê endamên DAIŞê ve hatin girtin.
Dema telefonên her du kesên ku demeke dirêj venegeriyan malên wan nehat girtin, malbatên wan rewşa wan ji hêzên ewlehiyê re ragihandin. Hêzên ewlehiyê yên ku çûn herêmê, dîtin ku 2 kes ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.
Hate hînbûn, rêxistinê ji kesên dîl girtiye yek înfaz kiriye û yê din jî birîndar kiriye.
Hat diyarkirin, kesê ku hatiye înfazkirin leşkerekî artêşa Iraqê ye û yê ku birîndar bûye jî sivîl e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin