Daraza Tirkiyê Daxwaza guhartina Navê YPSê bo HEDEPê red kir

23 November 2023 14:29 0 dîtin
Daraza Tirkiyê Daxwaza guhartina Navê YPSê bo HEDEPê red kir

PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê (Yargitay) bi hênceta ku “HEDEP, HADEPê" bi bîr tîne" qebûl nekir ku navê Partiya Çepên Kesk bibe HEDEP.

Partiya Çepên Kesk (YSP) biryar dabû navê xwe bike Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP).

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê di biryara xwe de ragihand ku ji ber navê HEDEP, HADEPê bi bîr tîne ku di sala 1991an de hatîbû girtin û ji ber dibe ku ev nav werin tevlîhevkirin daxwaza guhartina navê YSPê red kir. 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan an dê kurteya navê xwe biguhere yan jî dê îtirazî vê biryarê bike.

Tê çaverêkirin ku Berdevka HEDEPê Ayşegul Doğan sibe biryara partiya xwe eşkere bike.

Partiya Gel a Demokrasiyê (HADEP) sala 1991ê hatibû girtin.