DYAyê got; F-16 ên bisînin Ûkraynayê wê bi çekên pêskeftî û sîstema fuzeyan bikemilînin

30 July 2024 21:18 0 dîtin
DYAyê got; F-16 ên bisînin Ûkraynayê wê bi çekên pêskeftî û sîstema fuzeyan bikemilînin

PeyamaKurd - DYAyê ragihand ku wê balafirên şer yên F-16an bişînin Ûkraynayê, wê balafiran bi çekên pêşkeftî û sîstema fuzeyan bikemilînin. Pentagon wê balafirên bişînin Ûkraynayê yên F-16an ji bo hewayê bo hewayê, ji hewayê ji bo bejahiyê bikemilînin û hem wê sîstema fuzeyên di bin kontrolê de, bi çekên teknolojiya wan bilind temam bikin.

Rojnama Amerîkayê Wall Street Journal (WSJ)ê agahiyê ragihand û bingeha xebera xwe bir ser çavkaniyekî rêvebirê Amerîkayê û got hinek endamên NATOyê ku wê balafirên F-16an bidin Ûkraynayê dê ji aliyê Pentagonê de bên kemilandin.

Wê fuzeyên ji hewayê bo bejahiyê yên AGM-88, fuzeyên ji hewa bo bejahiyê yên HARM, kîtên ku ji bê kontroliyê bixin bin kontrolê yên JDAMan, fuzeyên menzîla wan orte yên ji hewayê bo hewayê yên AMRAAM û sîstema fuzeyên menzîla wan kurt yên AIM-9X di balafiran de bicîh bikin.

Her çendîn wê Amerîka raste rast balafiran neşîne Ûkraynayê jî, endamên NATOyê Belçika, Danimarka, Hollanda û Norveç di civîna NATOyê ya borî de biryarê dabûn ku wê 80 heb balafiran bişînin Ûkraynayê.