Efrîn | Li Cindirêsê 4 welatiyên sivîl hatin revandin

26 July 2023 20:39 0 dîtin
Efrîn | Li Cindirêsê 4 welatiyên sivîl hatin revandin

PeyamaKurd - Li gorî ragihandina çavkaniyên medyayî yên Rojavayê Kurdistanê, li gundekî navçeya Cindirêsê ya Efrînê 4 welatiyên sivîl ji aliyê hêzeke çekdar ve hatin revandin.

Çavkaniyan daye xuyakirin ku ew 4 kes ji aliyê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) ve hatine revandin.

Hate diyarkirin ku navê wan kesan;  Xalid Resûl Gul Xelo (25), Cûma Mistefa Elwan (27), Mihemed Mistefa Binefş (31) û Ebdurehman Hisên Elîko (35) ne.

Li gorî zanyariyan kesên hatine revandin birine cihekî nediyar.