El-Monîtor: Tirkiyê 2 hezar çekdarên zarok ji Sûriyê sandiye Libyayê
PeyamaKurd - Malpera El-Monitor a Amerîkî ragihand ku heta niha ji aliyê Tirkiyê ve ji Sûriyê 2 hezar çekdarên zarok bo Lîbyayê hatine şandin.
Malpera El-Monitor a Amerîkî ragihand ku Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê (SMO) ku girêdayî Tirkiyê ye, ji bo li kêleka hikûmeta Wîfaqê şerê hêzên Hefter bikin, heta niha 2 hezar zarok şandine Libyayê.
Li gorî rapora malperê, çekdarên SMOyê nasname û belgeyên sexte ji van zarokan re çêdikin û wan destpêkê dişînin Idlibê û temenê wan zarokan jî mezin nîşan didin.
Herwiha Rêxistina “Sûriyên ji bo Rastî û Edaletê” jî teqez kiribû ku, di sala derbasbûyê de, zêdetirî 2 hezar zarokên Sûrî bo Lîbyayê hatine veguhestin.
Çavkaniyekê ji Monitorê re diyar kiriye ku serokekî çekdaran El-Mi’tesim ê berpirsê leşkerkirina zarokan e, dibêje: “Hûn ê li beramberî 3 hezar dolarî mehane, biçin Lîbyayê û rojane bi malbatên xwe re biaxivin. Piştî 3 mehan jî, em ê vegerin malê û li wir em ê xwarin û çixareyan bê pere bidin we.”
Li gorî nûçeyê tevî ku ev zarok tên leşkerkirin, lê nizanin çekan bi kar bînin.
Beriya mehekê, çekdarên Semerqend, zarokê bi navê Ebdo Şêxo (15) ji gundê Rûta yê navçeya Mabata ya Efrînê revandin û piştî îşkencekirina wî bi mehekê, çekdaran gef li Ebdo xwar ku eger neçe Lîbyayê, wê wî bikujin.
Apê Ebdo Şêxo, Necîb Şêxo dibêje; “Dewleta Tirk û çekdarên wê, hewl didin hemû kesên di Efrînê de bikujin û wan bi çekdaran re ber bi Lîbyayê ve bişînin.”
Necîb Şêxo bang li rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî kir ku kurê wan vegerînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin