Encûmena Asayisa Navdewletî li ser Nagorno-Karabaxê dicive
PeyamaKurd - Encûmena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekgirtî, îro Sêşemê li ser daxwaza hin welatên Ewropî, bo rewşa Nagorno-Karabaxê dicive.
Şerê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de, li ser sînorê herêma Nagorno-Karabax berdewam e û biryar e îro Encûmena Asayişa Navdewletî li ser rewşê, îro bicive.
Li gor zanyariyan, biryar e Almanya û Fransa di vê civînê de pêşniyara çareseriyekê bo aloziyên di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de bikin. Bi gotina çend dîplomatan, di dawiya civîna xwe ya îro de Encûmena Asayişa Navdewletî dê daxuyaniyekê bide, ku eger heye bandora xwe li ser rewşê hebe, ji ber ku eger bi piraniya dengan nebe, encûmen ti daxuyaniyan nade.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin