Endamê Desteya Danûstandinan ya Opozisyona Sûriyê: Em ji bo gera 7emîn a Cenevê hatin vexwendin
PeyamaKurd – Endamê Desteya Danûstandinan ya Opozisyona Sûriyê Îbrahîm Biro da zanîn, ew ji bo gera 7emîn a Cenevê hatin vexwendin, lê wan ji bo beşdariyê biryar nedane.
Endamê Desteya Danûstandinan ya Opozisyona Sûriyê Îbrahîm Biro eşkere kiriye, ne rejîm ne jî aliyê opozîsyonê biryara xwe ya dawîn nedane ku beşdarî civînên Cenevê bibin.
Îbrahîm Biro eşkere dike: “Destûr beşek ji karên li pêşîya me ye. Hin kar hene ew hatine rawestandin. Li aliyê destûrê jî 6 ger çêbûne, lê berhemên wê tunene. Nûnerên navdewletî piştî ku bi şanda me û rejîme re li Dîmeşqê rûnişt, niha daxwaz dike ku di nîvê heyva 3yan de gera heftan çêbibe. Lê tiştê ku nîşanî me dane, tiştekî nûtir ji gera şeşan tuneye, heman tiştên gera şeşan e. Dubare dixwaze di gera heftemîn de detpê bike. Baweriya me nayê ku di vê demê de rejîma Sûriyê xwe bide ber tiştekî nivîsandî. Piştî 4 rojan danûstendin çêbibe, divê roja 5an tiştek bê nivîsandin.”
Îbrahîm Biro herwiha destnîşan kir: “Heta niha her du aliyan jî, ne rejîm û ne jî aliyê opozîsyonê bersiva xwe ya dawîn nedane ku di heyva 3an de di geran heftan de amade bin. Em di nav xwe de gotûbêj dikin. Ji aliyekî din ve di nav aliyê opozîsyonê de em heft pêkhate ne, Encumena Niştimaniya Kurdî beşek ji wan heftan e. Heta niha gelek xalên ku em li serê danûstendinê dikin me li hev kirine hene, lê hinek xalên taybetmendiya wê bi rewşa Kurdî re hene, heta niha me tiştekî nivîsandî li ser wê lihev nekiriye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin