ENKS îro banga General Mezlûm dibersivîne û biryara xwe dide
PeyamaKurd - Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro Şemiyê (23.11.2019) banga Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) Generela Mezlûm dibersivîne û biryara xwe dide.
Endamê rêveberiya Tevgera Pêşerojê, ku nav ENKSê de ye Cîhad Heso ragihand, encûmena wan ev çend roj bi çendîn mijaran re re mijûl in û yek ji wan jî banga fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî û TEV-DEMê ye. Cîhad Heso got, îro wê ENKS biryara xwe bide û bersiva Mezlûm Kobanê bide.
ENKS: Divê PYD û TEV-DEM xwe ji PKKê cuda bikin û ENKSê nas bikin
Cîhad Heso diyar kir mercê ENKSê ew e, divê PYD û TEV-DEM xwe ji PKKê cuda bikin û ENKSê nas bikin û pirsa Pêşmergeyên Rojava jî divê zelal bibe.
Berî niha nûnerê ENKSê li herêma Kurdistanê Ebdulkerîm Mîranî ji re ragehandibû ku bi serpereştiya Mezlûm Ebdî (Kobanî) di navbera şandeka ENKSê û TEV-DEMê de hevdîtinek pêk hatiye lê tu rêkeftin pêk nehatibû.
‘Civîn li ser daxwaza Generela Mezlûm pêk hat’
Herwiha Cîhad Heso got, civîn li ser daxwaza Mezlûm Kobanî pêk hatiye û wan jî qebûl kiriye, ku yekrêzî di navbera Kurdên Rojava de ava bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin