Erdogan bo operasyona Rojava: Madem em û Amerîka sirîk in…
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 17ê Kanûnê di axaftineke xwe ya li bajarê Konyayê de, gefên xwe yên operasyona ser Rojhilatê Firatê dubare kirin.
Serokomarê Tirk got, “Ez bi Rêzdar Trump re axivîm. Heger terorîst (YPG-HSD) neçin Rojhilatê Firatê em ê hêzê bişînin. Lewra me aciz dikin. Madem em û Amerîkayê şirîkên stratejîk in, çi pêwîst be divê bikin.”
Erdogan herwiha got ku wan ‘Operasyona Rojhilatê Firatê bi fermî ragihandiye’ û bal kişand ser pêwendiya xwe ya hefteya borî ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re û wiha pê de çû:
“Bersivên wî (Trump) êrênî bûn. Em ê niha şopdarê wan bin. Heta li herêmê yek terorîst jî bimîne, em ê bihost bihot li ser erda Sûriyê bigerin.”
Erdogan gefên xwe yên êrîşkirinê dubare kirin û got, “Bêyî ku em ziyanê bidin leşkerên Amerîkayê, li gor plana xwe dibe ku kêlî berî kêliyê em dest bi operasyonê bikin.”
Hêjayî bîrxistinê ye, rayedarên Amerîkayê hişyarî dabûn komên opozîsyonê ku ligel Tirkiyê beşdarî operasyoneke ser Rojhilatê Firatê nebin daku rûbirûyî hêzên Amerîkî nebin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin