Erdogan bo operasyona ser Rojava: Divê Amerîka wezîfeya xwe bicih bîne, em mecbûr in…

29 May 2022 15:37 0 dîtin
Erdogan bo operasyona ser Rojava: Divê Amerîka wezîfeya xwe bicih bîne, em mecbûr in…

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di vegera ji Azerbaycanê de, ji rojnamevanan re axivî û li ser mijara operasyona leşkerî li dijî herêmên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê daxuyanî dan.

Erdogan got: “Çawa ku li Bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) em operosyonan li ser PKKê didomînin, heman rewş ji bo Sûriyê jî derbas dibe û hîn girîngtir e. Wekî ku ez her tim dibêjim, em ê şevekê ji nişka ve dakevin ser serê wan, em mecbûrin jî.”

Serokomarê Tirkiyê car din rexne li Amerîkayê girtin ku piştevaniya xwe bo hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya çekan didomîne û diyar kir, “Amerîka bi hezar TIR alîkarî da. Dide kê? Dide rêxistinên terorê PKK, YPG, PYDê û hê jî dewam dike. Heta wan perwerde jî dike. Dema ev rastî li holê bin em ê çawa van ji nedîtî bibînin?”

Li ser danûstandina Tirkiye û Amerîkayê bo operasyoneke muhtemel jî Erdogan got: “Divê berî her tiştî herkes berpirsiyariyên xwe bicih bîne. Divê Amerîka jî wezîfeya xwe bicih bîne. Heger Amerîka ya dikeve ser milê wan bicih neyîne, em ê çi bikin? Em ê li çareya serê xwe binêrin. Bi destûr wergirtina hin cîyan têkoşîna terorê nayê kirin.”