Fermandarê Îranî yê ketiye sûna Suleymanî çû Bexdayê
PeyamaKurd - Fermandarê Hêza Quds a Supaya Pasdarên Îranê, Îsmaîl Qaanî ku piştî kuştina Qasim Suleymanî li şûna wî hatibû danîn, îro 23yê Kanûnê serdana Bexdayê kir.
Li gor zanyariyan îro 23yê Kanûnê Fermandarê Hêza Quds a Îranê Îsmaîl Qaanî serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir.
Hatiye diyarkirin ku wê Îsmaîl Qaanî li Bexdayê bi rêveberên siyasî û berpirsên payebilind ên Iraqê re bicive û li ser pêwendiyên Bexda û Tehranê guftûgoyan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin