Fethullah Gulen: Çekan û madeyên hisber têxin malên alîgirên PKK/PYDê û wan bigirin
PeyamaKurd - Vîdeoyeke Fethullah Gulen li ser medya civakî hat belavkirin ku rê li ber hêzên ewlekariya Tirkiyê dixe. Gulen di wê vîdeoyê de dibêje, “Çek û madeyên hişber têxin mala alîgirên PKK/PYD/PJAKê û wan bigirin.”
Serokê FETOyê Fethullah Gulen di videoyek3e de ku li ser medya civakî hatiye belavkirin dibêje, “Hûn dê 2 sîxurên kirê bikin û bişînin malên alîgirên PKK/PYD û PJKê û bi ser malên wan de bigirin, wekî ku tê bilêvkirin em dikarin ji wan re bêjin terorîst jî.”
Fetullah Gülen:"İki ajan ayarlayın, PKK- PYD-PJAK'a sempati duyanların evlerine, uyuşturucu,silah koyun,tutuklayın" pic.twitter.com/vfQcwDE4MR
— Ortadoğu Güncel (@Orta_Dogu2018) November 22, 2019
Hêjayî gotinê ku Tirkiyê Fethullah Gulen ê ku li Amerîkayê dijî, wekî Serokê rêxistina Fethullahî (FETO) dibîne û wî bi birêvebirin rêxistineke terorî û pêşengê hewildana kotedaya 15ê Tîrmehê tometbar dike. Herweha Tirkiyê ji ber van tawanan jî derbarê Gulen de bultena sor derxistiye û di asta navdewletî de lê digere.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin