Ji bo navê xwe ji fihûs û karên madeyên hisber paqij bikin navê dewletê guherandin
PeyamaKurd - Dewleta Hollandayê biryar da ku ji destpêka sala 2020an û pê ve êdî navê xwe tenê wekî Nederland bikar bîne û hemû karûbarên fermî jî bi navê “Netherlands” werin kirin.
Radyoya NOS a Nederlandê doh 1ê Çileya 2020an ev biryar ragihand û diyar kir ku divê ji niha û pê ve desthilatiya xwecihî, zanîngeh, şîrketên taybet û dezgehên ragihandinê yên çapkirî li şûna Hollanda navê Nederland bikar bînin.
Hikumeta Nederlandê di wî fikrî de ye navê Hollandayê bi karên madeyên hişber û fihûşê hatiye nasîn û eger dev ji vî navê berde dikare xwe ji van nêrînan rizgar bike.
Ji bo guhertina nav bi qasî 200 hezar Euro lêçûn çêbibe.
Biryara ji bo guhertina navê “Netherlands” ê di destpêka Cotmeha borî de hatibû dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin