Guhertina destûra Swêdê ya ji bo qedexekirina PKKê ket warê cihbicihkirinê
PeyamaKurd – Çalakî û xebatên PKKê ji aliyê Swêdê ve tên qedexekirin û guhertina destûra Swêdê ya ji bo qedexekirina PKKê jî ket warê cihbicihkirinê.
Li gor Wezareta Dadê ya Swêdê bi daxuyaniyekê diyar kir, guhertina destûra wan a di derheqê şerê li dijî terorê de ketiye warê cihbicihkirinê.
Herwiha bi vê yekê çaksaziyê çalakî û xebatên rêxistinên terorê tên astengkirin, rêxistinên terorê tên qedexekirin û beşdariya kesekî di rêxistineke terorê de jî, wê di çarçoveyeke berfireh de wekî tawan were zanîn.
Weke tê zanîn, Wezîrê Karên Derve yê Swêdê beriya niha ji “Ajansa Anadolu” re dabû zanîn, guhertina Destûrê wê piştî serê salê bikeve warê cihbicihkirinê, wê di 7ê Adarê de projeyasaya cezayê pêşkêşî parlamentoyê bikin û wê yasayeke nû li Yasaya Cezayê ya Swêdê zêde bikin.
Li gor zanyariyan, bi vê yasayê, li Swêdê bilindkirina ala her rêxistineke terorîst û bangeşekirina wê, wê wekî tawan were zanîn û ev yasa wê piştî 1ê Hezîranê têkeve warê cihbicihkirinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin