Hevpeymaniya Navdewletî: Em vê êrîsê û êrîsên din ên ku sivîlan dikujin sermezar dikin
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê bi daxuyaniyekê êrîşa 18ê Mijdarê ya li ser navendeke perwerdehiyê ya zarokên keç ya li Hesekê şermezar kir û diyar kir: “Kiryarên bi vî rengî li dijî qanûnên şerê çekdarî ne, ku pêwîstî bi parastina sivîlan heye. Em vê êrîşê û êrîşên din ên ku sivîlan dikujin û birîndar dikin şermezar dikin.”
Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî John Brennan, li ser navê Hevpeymaniya Navdewletî di derbarê êrîşa li ser navenda perwerdehiyê ya zarokên keç ya li gundê Şimokê ya li Hesekê de, ku ji aliyê hêzên Tirkiyê ve pêk hatibû daxuyaniyek belav kir û da zanîn:
“Êvara 18ê Tebaxê, sîstemeke bê balafirvan a çekdar li komek zarokên keç ên ku voleybolê dilîzin, ku di bernameyeke ragihandina perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de li Hesekê çalak bûn, ket.
Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de 4 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Li ser navê CJTF-OIR, ez vê êrîşê û êrîşên din ên ku sivîlan dikujin û birîndar dikin şermezar dikim.”
Herwiha Brennan di beşeke din a daxuyaniyê de êrîşê weke dijî qanûnên şer bi nav kir û destnîşan kir: “Kiryarên bi vî rengî li dijî qanûnên şerê çekdarî ne, ku pêwîstî bi parastina sivîlan heye. Em sersaxiyê ji malbatên miriyan re dixwazin û ji birîndaran re jî derbasbûnê dixwazin.”
Herî dawî Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî eşkere kir, êrîşên bi vî rengî têkoşîna li dijî DAIŞê dike xeterê û wiha berdewam kir: “Zêdebûna dijminatiya leşkerî li bakurê Sûriyê aloziyê li herêmeke nazik ku xetera DAIŞ lê heye çêdike. Em bang li hemû aliyan dikin ku demildest rageşiyê kêm bikin û dawî li çalakiyên ku destkeftiyên şerê girîng ên koalîsyonê li dijî DAIŞê bi dest xistine, dixin xeterê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin