Hewlêr û Bexda li ser 9 xalan lihev kirin

19 January 2019 00:18 0 dîtin
Hewlêr û Bexda li ser 9 xalan lihev kirin

PeyamaKurd- Hukumeta Bexdayê û ya herêma Kurdistanê di mijara termînolojiya gumrikê û noqteyên gumrikê de biryar dane û li ser 9 xalan lihev kirine.

Sekreterê giştî yê encumenên wezîran yê Bexdayê Mêhdî Allaq, bi îmza xwe biryarnameyê belav kir. Di biryarnamê de têgeha termê gumrikê û rakirina noqteyên gumrikê yên di navbera bajaran de hene. Di biryarnameyê de heye ku îdara deriyên gumikê yên Kurdistanê yên ser sînor, wê girêdayê rêvebiriya deriyên sînoran be û kesên xebatkarên gumrikê wê li Kurdistanê îqame bikin û di mijara xwe de pispor bin.

Li gor biryarnameyê wan deriyên gumrikan yên ku di dema serokwezîtiya Haydar Ibadî de, piştî bûyerên 16 ê cotmeha 2017an çêbûn ku noqteyên gumrikê li Mûsil û Kerkûkê hatibûn danîn, dê bên rakirin. Hin xal di mijara kontrola deriyan de ne ku piştî vê biryarnameyê wê bi 6 mehan destpêbike û xalên tenduristiyê hene ku li gor asta navdewletî divê bên bicîhkirin.