Îdiaya balkês: Aksener amade ye ji bo dewletê xizmetê bike!

08 June 2024 12:18 0 dîtin
Îdiaya balkês: Aksener amade ye ji bo dewletê xizmetê bike!

PeyamaKurd – Piştî ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, Serokwekîla berê ya İYÎ Partiyê Meral Akşener pêşwazî kir, nîqaşên gel dewam kirin, Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê Burak Akburak ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Akşener re tê naskirin daxuyaniyên balkêş da.

Piştî serdana Meral Akşener a Erdoğan nebûna daxuyaniyê bû sedema gelek nîqaşan. Ji eniya İYİ Partiyê, ji bo ku derbarê naveroka hevdîtinê de zelaliyê bide serî, bang li Seroka Giştî ya berê Meral Akşener hat kirin.

Piştî bangawaziyan Parlamenterê İYİ Partiyê yê Stenbolê Burak Akburak ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Akşener re tê naskirin, ji Sozcu TV re daxuyanî da. Akburak di derbarê îdiaya 'Pêşniyara Alîkarê Serokomar' de jî bersiv da Akşener.

Akburak ku piştî hevdîtina balkêş derbarê naverokê de daxuyanî da û diyar kir ku ger ji Meral Akşener re teklîfa 'Cîgira Serokomariyê' bê kirin ew ê ev pêşniyar bê nirxandin.

"Amade ne ji bo xebatê li dewletê"

Di daxuyaniyên Burak Akburak de xalên girîng ev in:

"Akşener ji bo dewletê amade ye. Ji îdiayên derbarê kurê xwe û Mûsavat Dervîşoglu de aciz e. Ger bê îxrackirin wê İYİ Partî nemîne.

Ew ê partiyeke nû ava neke. Erdogan daxwaza hevdîtinê kir, rojek berê dem hat diyarkirin. Akşener wê bi Bahçelî re hevdîtinê neke. Em ê ji niha û pê ve wî gelek caran bibînin."