Îdiaya balkês li ser Partiya Refahê!

04 March 2024 10:03 0 dîtin
Îdiaya balkês li ser Partiya Refahê!
PeyamaKurd – Parlamenterê berê yê AKPê û nivîskar Resûl Tosun îdia kir ku Partiya Refahê (YRP) wê namzetên xwe yên hilbijartinê ji bo AKPê vekişîne.

Serokê Giştî yê Partiya Refahê Fatîh Erbakan diyar kir ku ji hevdîtinên tifaqa bi AKPê re ti encam bi dest nexistine û destnîşan kir ku wê li tevahiya Tirkiyeyê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê.

Parlamenterê berê yê AKPê Resûl Tosun jî got, "Çawa ku Muharrem Bey (Înce) xwe ji namzetiyê vekişand, ne ecêb e ku namzetên Partiya Refahê li Stenbolê ji bo Murat Kurum, ji bo Turgut Altinok li Enqereyê yan jî li Enqereyê vekişin. Beriya hilbijartinê li Îzmîrê alikariya Hamza Dag kir."

Herî dawî dema ji Fatîh Erbakan hat pirsîn ku gelo îhtîmala vekişîna namzedên partiya wî heye yan na, wiha bersiv da, "Ne mimkûn e ku em vekişin. Heke em niha vekişin, em ê bibin lastîka yedek a AK Partiyê."