Îngiltere bû yekem welatê derziya Korona pesend kir

02 December 2020 13:01 0 dîtin
Îngiltere bû yekem welatê derziya Korona pesend kir

PeyamaKurd – Li cîhanê Îngiltere, bû yekem welatê derziya Korona pesend kir.

Îngiltere bi fermî, bû welatê yekem ê derziya Korona pesend kir. Derziya Korona ya Pfizer/BioNTech, wê ji hefta bê ve, bê bikaranîn.

Hikûmeta Londonê 40 milyon derziya Koronayê kirîbû. Lê kompaniya Pfizer/BioNTechê ragihandibû, ku wê îsal tenê 10 milyon derziyan bişînin.