Îran: Em xwedî siyana teknîkî ya çêkirina bombeya atomî ne
PeyamaKurd – Şêwirmendê bi qidem ê Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney, Kemal Harazî îro Yekşemê di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku ew xwedî wê şiyana teknîkî ya çêkirina bombeya atomî ne.
Kemal Harazî got, "Di nav çend rojan de, me karî ji sedî 60 meyandina uranyomê bikin û em dikarin vê bi hêsanî bikin… Di destê Îranê de, derfetên teknîkî yên çêkirina bombeya nukleerî hene, lê me hîn biryar nedaye.”
Herwiha Harazî, daye xuyakirin ku ew bernameya xwe ya nukleerî ti caran naxin mizakereyên polîtîkayên herêmî û diyar kir, heger Îsraîl Tehranê hedef bigire, ew dê yekser bersiva wê bidin.
Hêjayî gotinê ye, ev daxuyaniyên Îranê piştî îmzekirina peymana stratejîk a Amerîka û Îsraîlê hat dayîn ku Joe Biden û Yair Lapîd 14ê Tîrmehê deklarasyoneke dijî hebûna çekên nukleerî bo Îranê îmze kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin