Iraq | Dadgeha Federal cara sêyemîn biryara ‘hilwesandina parlamentoyê’ bi pas xist
PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ku biryar bû îro 1ê Îlonê ji bo doza ‘hilweşandina parlamentoya Iraqê’ bicive, rûniştina xwe ya biryarê bide bipaş xist.
Tevgera Sedr doza hilweşandina parlamentoyê û pêkanîna hilbijartinên pêşwext li Dadgeha Federal vekiribû ku cara sêyemîn e rûniştina dadgehê tê bipaşxist.
Dadgeha Federal 17ê Tebaxê jî rûniştina biryarê bipaş xistibû û 30ê Tebaxê jî ji bo îro 1ê Îlonê rûniştin hatibû paşxistin.
Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê jî ragihandibû ku erka dayîna biryara hilweşandina Parlamentoya Iraqê ne di destê wan de ye.
Li gorî nirxandinan du senaryo li pêşiya Dadgeha Federal in, yan wê mijara hilweşandina parlamentoyê bide dest serokomar û serokwezîr ku ew biryarê bidin, yan jî yekser daxwaza Tevgera Sedr red bike.
Di senaryoya yekemîn de, ji ber ku hikûmeta Iraqê ya niha demkî ye nikare biryareke wiha bistîne.
Di senaryoya duyem a redkirina daxwaza Sedr de jî dibe sedem ku careke din alozî li Iraqê derkevin û rewş hîn metirsîdartir bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin