Iraq: Me heta niha 1894 koçberên asê mayî ji Belarûsê vegerandin

30 November 2021 12:10 0 dîtin
Iraq: Me heta niha 1894 koçberên asê mayî ji Belarûsê vegerandin

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf di daxuyaniyekê de da zanîn, heta niha wan 1894 koçberên asê mayî ji Belarûsê vegerandine.

Ehmed El-Sehaf di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, wan karî bi rêya 5 geştên awarte, 1894 koçberên ku dixwazin vegerin, vegerînin Iraqê.

Herwiha eşkere kir, wan hevahengiyeke baş ligel hejmarek ji welatên cîran û welatên Ereb kirine ji bo kontrolkirin û şopandina balafirxaneyan û ji bo rêgirtina li toreyên qaçaxçîtiyê.

El-Sehaf di berdewamiyê de destnîşan kir, hevahengî ji berî mehekê ve hatine kirin ji bo rawestandina geştên asmanî yên Iraqî bo Belarûsê û ji bo vegerandina koçberan bo welat.

Ji bo vegerandina koçberan ji Belarûsê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê hevahengiyê dikin û çend geştên asmanî bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê vegeriyane Herêma Kurdistanê.