Iraqê derbarê kustina Qasim Suleymanî de bertek nîsanî Amerîkayê da
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî derbarê kuştina Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis bi tundî bertek nîşanî Amerîka da. Ebdulmehdî bi daxuyaniyekê got ev kiryara Amerîkayê binpêkirina serweriya welatekî ye.
Adil Ebdulmehdî diyar kir ku Suleymanî û Muhendis du fermandarên berbiçav yên têkoşîna li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ne.
Ebdulmehdî Amerîkayê bi êrişkariyê tohmetbar kir û amaje kir ku “kuştina Suleymanî bi suîqesdekê li herêmê û cîhanê binpêkirineke serweriyê ye û dê bike ku şer derkeve.”
Adil Ebdulmehdî bang li parlementoya Iraqê kir ku bi vê rojevê bi awayekî lezgînî bicivin.
Ji aliyê din ve Serokê Olî yê Tevgera Sedir Muqteda es Sedir jî bertek nîşan da. Sedir bang li milîşêyên ser bi xwe ve kir ku ji şerî re amade bin.
Herwiha Serokê Milîşeyên Şie li Iraqê Qais Khazali jî di wê baweriyê de ye ku ev yek dê dawiya artêşa Amerîkayê bîne. Khazalî jî bang li şervanên xwe kir ku ji şerî re amade bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin