KCKê derbarê kustina Qasim Suleymanî de daxuyaniyek da
PeyamaKurd - KCKê derbarê kuştina Qasim Suleymanî de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Şerê sêyemîn ê cîhanê ku navenda wê Rojhilata Navîn e, berfirehtir bûye.”
Koma Civakê Kurdistanê (KCK) derbarê kuştina Qasim Suleymanî, Fermandarê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve daxuyaniyek belav kir. KCKê di daxuyaniya xwe de amaje bi şer û pêşhatên li Rojhilata Navîn kiriye û diyar kiriye ku li navçeyê krîzeke kûr dest pê kiriye û ne dewletên herêmî û ne jî hêzên navdewletî ne xwedî nexşeyekê ne bo çareserkirina vê krîzê û herwiha ragihandiye, “Ji xwe yên ku çavkaniya pirsgirêkan in ne mumkin e pirsgirêkan çareser bikin.”
‘Vê yekê jî sêyem şerê cîhanê yê li navçeyê girantir û berfirehtir kiriye’
Di dewama daxuyaniya xwe de KCK dibêje, “Piştî ku şerê DAIŞê li navçeyê bi dawî hat, hêzên li pey serweriyê dest bi şerê hev kirine. Vê yekê jî sêyem şerê cîhanê yê li navçeyê girantir û berfirehtir kiriye.”
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ferzkirin û destwerdanên derve pirgirêkên li Rojhilata Navîn girantir dikin û hatiye diyarkirin ku ev jî dibe sedema êşên zêdetir. KCK dibêje, “Kuştina Qasim Suleymanî û Mehdî El Muhendis bi suîqestê, nîşan dide ku heyama bê dê ji bo gelan zor û zehmet be.” Di berdewamiya daxuyaiyê de hatiye gotin , şer û êrişên di navbera hêzên navçeyî û navdewletî de li dijî hev zêdetir, li dijî xelkê navçeyê ne.
KCK di daxuyaniya xwe de destwerdana derve red dike û dibêje bêyî îrdadeya xelkê ti pirsgirêk çareser nabin û aştî û aramî li navçeyê bicih nabe.
‘Dewleta Tirk hewil dide sûdê ji şer û suîqesda dawî jî werbigire’
KCKê di daxuyaniya xwe de gotiye, “Dewleta Tirk çawa ku ji şer û rageşiyên heta niha sûd wergirtiye, hewl dide sûdê ji şer û suîqesda dawî jî werbigire û di atmosfereke wiha de êrişan bibe ser gelê Kurd û hêzên demokrasiyê.”
KCK daxuyaniyên Tirkiyê yên bo asayî û aramkirina rewşê dûr ji rastiyê dibîne û dibêje, “Berevajî, kêfa wê ji destwerdanên derve û suîqesdan re tê, ji ber ku êriş, dagirkerî û sûîqestên wê asayî dikin.”
KCK bidawîkirina aloziyan û têkbirina destwerdanên derve girê dide bi xurtkirina ‘biratiya gelan’ û sîstema ‘netewa demokratîk’ û diyar dike ku tenê dewletên demokratîk xwedî wê şiyanê ne ku destwerdanên derve pûç bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin