Vîdyoya Qasim Suleymanî ya derbarê radestkirina Kerkûkê de hat belavkirin…

07 January 2022 15:22 0 dîtin
Vîdyoya Qasim Suleymanî ya derbarê radestkirina Kerkûkê de hat belavkirin…

PeyamaKurd – Vîdyoyeke Fermandarê berê yê Hêza Qûds a Pasdarên Îranê Qasim Suleymaniyê 3yê Çileyê 2020an ji aliyê Amerîkayê ve li Bexdayê hatibû kuştin li ser medya civakî hat belavkirin ku piştî 16ê Cotmeha 2017an behsa Kerkûkê dike.

Di vîdyoya ji aliyê milîsên Heşda Şeibî ve hatiye belavkirin de, li ber Suleymanî nexşeya leşkerî ya Kerkûkê xuya dike û milîsek van gotinan dike: “Şîe bi ser ketin. Bawer bikin; heger ji rojhilat heta rojava li her derê dinyayê sune, xirîstiyan û cihûyan nekarî li ber vê serkeftinê xwe bigirin ku ev jî biryara Xweda ye.”

Yek ji milîsên Heşda Şeibî jî di vîdyoyê de dibêje; “Hecî, di na du saetan de projeya Îsraîlê hat ruxandin. Ev projeyeke mezin a Îsraîlê bû.”

Li gorî dîmena vîdyoyî ya hatiye belavkirin, Qasim Suleymanî piştî peymana ligel berpirsên YNKê ku 16ê Cotmeha 2017an Kerkûk hatibû radestikirin diaxive û ji bo kontrolkirina Kerkûkê jî dibêje, “Dayîneke Xweda” ye.