Îsraîlê projeya xwe ya nû ya bo girên Golanê eskere kir: 280 milyon euro tê xerckirin

27 December 2021 00:03 0 dîtin
Îsraîlê projeya xwe ya nû ya bo girên Golanê eskere kir: 280 milyon euro tê xerckirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennet ragihand ku ew dê projeyeke nû li girên Golanê yên hevsînorê Sûriye û Lubnanê pêk bînin.

Bennet di civîna kabîneya xwe de eşkere kir ku wê ji bo projeya nû ya niştecihbûnê 280 milyor euroyan xerc bikin û got: “Armanca me ew e ku piştî çend salan bi awayekî stratejî li Girên Golanê niştîngehbûnê bi qasî du qatan zêde bikin.”

Serokwezîrê Îsraîlê herwiha da zanîn ku piştî Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump serweriya Îsraîlê li girên Golanê nas kiriye, rêveberiya Joe Biden jî gotiye ew îtirazê li wê biryarê nakin û şerê li Sûriyê jî hiştiye ku ew nêrîna Îsraîl herêmê kontrol bike bicih were.