Îsraîlê serdana Zelensky a Tel Avîvê qebûl nekir

17 October 2023 00:03
Îsraîlê serdana Zelensky a Tel Avîvê qebûl nekir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokê Ukraynayê Volodomir Zelensky, piştî êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê bi ser Îsraîlê de, xwestiye serdaneke piştevaniyê bo Tel Avîvê bike, lê ew daxwaz nehatiye qebûlkirin.

Li gorî nûçeya medya Îsraîlê, hefteya borî Zelensky dema di gera welatên ewropî de bû, xwestiye ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken serdana Îsraîlê bike, lê bersiv bo Zelenseky hatiye dayîn ku niha ji bo wê serdanê ne demeke guncav û demên pêş ew dikarin qebûl bikin.

Hêjayî gotinê ye, Zelensky êrîşa Hemasê wekî êrîşeke terorî bi nav kiribû û piştgiriyek bihêz dabû Îsraîlê di şerê wê yê dijî Hemasê de û gotibû, mafê Îsraîlê ye xwe li hember êrîşan biparêze.