Îtalyayê, dorpêça firotina çekan a li ser Îmaratê rakir

19 April 2023 16:00 0 dîtin
Îtalyayê, dorpêça firotina çekan a li ser Îmaratê rakir

PeyamaKurd- Di daxuyaniya fermî ya hikûmeta Îtalyayê de hat ragihandin ku biryara rakirina dorpêça çekan a li ser Îmaratê, di civîna Civata Wezîran de hatiye dayîn.

Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, hat gotin ku "Hinardeya çekan a ji bo Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî, (Îmarat) êdî ne di çarçoveya qedexeyên xalên 5 û 6 ên xala 1ê ya qanûna hejmar 185an a 9ê Tîrmeha 1990î de ye."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji Nîsana 2022yan bi vir ve hebûna leşkerî ya Îmaratê ya li Yemenê kêm bûye û xebatên dîplomatîk jî zêde bûne.

Firotina çekan di sala 2021an de ji aliyê hikûmeta Îtalyayê ya bi serokatiya Serokwezîrê serdemê Giuseppe Conte ve bi hinceta "mudaxaleya Îmaratê ya li Yemenê" hatibû rawestandin.