Ji Erdogan kurdî jî tê de bi 9 zimanan strana Ayasofya
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser hesabê xwe yê twitterê, straneke bi 9 zimanan bo Ayasofyayê hatiye amadekirin belav kir. Di nav wan zimanan de, Kurdî jî heye.
Erdogan li ser vîdeoya ku di derbarê Ayasofyayê di twittera xwe de parve kiriye, beşek ji gotinê stranê nivîsandiye: "Ayasofya, bahoza azadiyê bi ser gunbeda te ba bike. Ji ezelê ve tu ya me yî û em jî yên te ne."
Awaz û muzîka wê stranê ji aliyê hunermend Yucel Arzen ve hatiye çêkirin û bi zimanên Qirqîzî, Boşankî, Azerî, Kurdî, Erebî, Tirkî, Bengladişî û Kîswahî, ji aliyê 12 hunermendan ve hatiye xwendin.
Hunermend Alî Çakan ku 34 salî ye û xelkê Amedê ye, strana Ayasofyayê bi zimanê Kurdî û bi zaraveya Kurmancî dixwîne.
Di beşa Kurdî ya wê awazê de wiha tê gotin: "Em ji bo te kom bûne, em xortên çiya û çol û deryayan in. Em li benda hev in, em xewna Hz. Îbrahîm in."
Biryar e sibehê, di 98emîn salvegera peymana Lozanê de nimêja Înê li Ayasofya bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin