Ji Hêzên Pêsmerge operasyona paqijkirinê
PeyamaKurd – Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo paqijkirina gundên sînorê Germiyanê operasyonek pêk anîn.
Ragihandina Wezareta Pêşmerge eşkere kir, îro 6ê Adarê li sînorê eniya Yek a Germesêr a fewca Yek a Lîwaya 3 ya bejahiya Wezareta Pêşmerge operasyoneke paqijkirinê hatiye kirin.
Hat diyarkirin ku operasyona Pêşmerge li sînorê navçeyên Bawpillawî û Qeremîn ango 6 kîlometreyan dirêjayiyê de pêk hatiye û deverên rojhilatê Pawillawî û Bakurê Qeremîn bi temamî hatine paqijkirin.
Wezareta Pêşmerge da zanîn ku li wan navçeyan valahiya ewlehiyê di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin