Ji PKKê daxuyaniya operasyona Rojava û bangewazî
PeyamaKurd – Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) derbarê destûrdana Amerîkayê bo operasyona ser Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da.
Di daxuyaniya ku li ser televizyona nêzîkî PKKê hatiye belavkirin de tê gotin, “Daxuyaniya Amerîkayê nîşan dide ku, biryar hatiye dayîn ku hem dagirkirina Rojava hem jî berpirsiyariya DAIŞê ji Tirkiyê re dihêlin. Ti awayekî ehlaqî û însanî ya vê biryarê nîne. Ev sed sal in gelê Kurd dikin qûrbanê berjewendiyên navbera dewletan û careke din dixwazin vê bikin. Lê vê carê wê tiştê hêvî dikin nebe.”
PKKê diyar kir, “Dê gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî û dostên wan ên rastîn ên navdewletî li dijî dewleta dagirker û qirker a Tirkiyê berxwe bidin û ji nû ve dîroka xwe binivîsin.”
PKKê herwiha bal kişand ser polîtîkayên Erdogan ên bo penaberan û DAIŞê ku wekî şantaj bikar tîne û ev bang kir:
“Divê raya giştî ya cîhanê, saziyên navdewletî û dewlet li hember vê xetera mezin bilez bikevin tevgerê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin