Joe Biden ji bo wezîrtiya xebatê ya Amerîkayê Julie Su namzed nîsan da

01 March 2023 01:57 0 dîtin
Joe Biden ji bo wezîrtiya xebatê ya Amerîkayê Julie Su namzed nîsan da

PeyamaKurd – Koşka Sipî ragihandinekî nivîskî da û tê de got ku wexta wezîrê xebatê yê Amerîkayê Marty Walsh di meha adarê de diqede û niha dixwaze cîgira wî ya wezîrê xebatê Julie Su di şûna wî de bike wezîr.

Biden got ku di wexta xebata xwe de Su, ti carê ji karê xwe paşde nemaye, xebateka wekhevî kiriye, tedbîrên diziyê yên pere sitendiye, mafê karkeran parastiye, perê rojane yê herî kêm yê karkeran zêde kiriye û di karê ewlehiya kargehan de gelek xebatan kiriye. Su, hevkarê krîtîk yê wezîr Walsh bûye û bende ye ku di şûna wî de bi Su re xebata xwe bike.

Wezîrê berê Walsh berê ragihandibû ku wê di meha adarê de dest ji karê wezîrtiyê berde û bibe dîrektorê rêxistina netewî yê Lîga Hokey ya leystikvanan.

Namzeda nû ya wezîrtiya xebatê ya Amerîkayê Su, bi eslê xwe jineka Asyayî ye.