Kakeyî: Hinek aliyên sovenîst dixwazin Kerkûkê bikin herêmeke xweser
PeyamaKurd – Parlamentera Parlamentoya Kurdistanê Lîza Kakeyî diyar dike, Kerkûk li hember gef û metirsiyeke mezin de ye. Ji ber ku hinek aliyên şovenîst dixwazin qaşo Kerkûkê bikin herêmeke xweser.
Lîza Kakeyî li ser rewşa Kerkûkê, di rûpela xwe ya facebookê de gotarek belav kiriye û tê de behsa çend mijarên kirîtîk kiriye.
Endama Komîsyona Deverên Kurdistanî yên li Derveyî Herêma Kurdistanê Parlamenter Lîza Kakeyî gotiye, ev demek e hinek dengên neşaz tên bihîstin û tê gotin, hinek aliyên sepandî dest bi planên metirsîdar li dijî Kurdistanîbûna Kerkûkê kirine; ji damezrandina Heşda Kurdî heta nehîştina madeya 140 ya Destûra Iraqê. Niha jî dixwazin Kerkûkê bikin qaşo herêmeka xweser.
Herwiha Lîza Kakeyî behsa şertên herêmtiyê li Iraqê kiriye û daye zanîn, du şertên wê yên serekê hene; yek ji wan ew e ku ji sê pişkan pişkek ji endamên encumena parêzgehê tiştekî wisa bixwazin. Ya din jî ew e ku ji 10 pişkan pişkek ji nifûsa wê parêzgehê daxwazeka wisa bikin. Di mijara encumenê de, ew pêk nayê çimkî encumena parêzgeha Kerkûkê hatiye hilweşandin. Lê di mijara nifûsê de rewş tê guhertin.
Kakeyî di berdewamiya gotara xwe de gotiye, eger em nufûsa Kerkûkê milyonek û 500 hezar kes bihesibînin, wê çaxê divê 150 hezar kes daxwaza herêmtiya Kerkûkê bikin. Jixwe, piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017an ve, gelek Erebên hawirde derbasî Kerkûkê dibin, ji ber wê jî bi hêsanî dikarin wê daxwazê pêşkêş bikin. Loma divê Kurd hişyar bibin û ji her demekî zêdetir yekrêz bin.
Bi nêrîna wê parlementera Kurdistanê, yên ku dixwazin Kerkûkê bikin herêmeke xweser, herî zêde bo zêdekirina dengên xwe herwiha bo veşartina fesadî û gendeliyên xwe wê yekê dikin. Gelek welatiyên Kurd, ji ber zilm û zordariya wan ji Kerkûkê derketine, loma vê yekê jî firsend dibînin, da ku Kerkûkê bikin herêmeke xweser.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin