Sadr: Hinek dixwazin di nan grûbên Sî’a de ser derxin

10 February 2022 23:19 0 dîtin
Sadr: Hinek dixwazin di nan grûbên Sî’a de ser derxin

PeyamaKurd – Serokê tevgera Sadr Muqteda El Sadr got ku hinek kes dixwazin li başûrê Iraqê di nav grûbên Şî’a de şer derxin. Piştî ku li bajarê Meysanê do xortek û hevjîna wî ku terefdarên tevgera Sadr bûn, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar de hatin kuştin, serokê tevgerê Sadr daxwuyaniya xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de da. Ji bo lihevkirinê li bajarê Meysanê di navbera tevgera Sadr û tevgera Asayîb Ehlîheq de komîteyekî hat avakirin û weha got:

“Hinek kes an teref ji bo şerê Şî’a xwe bi xwe derxin, dixwazin aştiya civakê xerab bikin.”

Sadr her weha bang li berpirsê Asayîb Ehlîheq yê Meysanê kir ku bi komîta hatiye damezrandin re di nav têkiliyan de be.

Serokê Asayîb Elîheq Qeys Xezalî jî di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku ji bo bi komisyona Sadr re hevkariyê bikin, ew jî qadroyên pêş yên tevgera xwe komîte ava kiriye.

Hefteya borî li bajarê Meysanê zabite ku di wezareta karên hundir de dixebitî yê bi navê Husam Îleyyawî di nav bajêr de ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar de hatibû kuştin. 2 birayên Husam sala borî hatibûn kuştin. Tê gotin ku her sê bira ji aliyê Seraya es-selam de hatine kuştin ku rêxistin girêdayê Tevgera Sadr e.

Ev bûyer weka dijberiyên di navbera her dû tevgeran de ku ketiye kolanan hat şirovekirin lê tişta balkêş hefteya borî Muqteda El –Sadr ragihandibû ku divê Îran destê xwe ji nav grûbên Şî’a bikşîne.