Kilicdaroglu: Serokên 5 partiyan pêsniyar bikin ez ê bibim namzedê serokomariyê
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Komarîya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, ji Reutersê re axivî û li ser namzedbûna hilbijartinên serokomariyê jî got, heger serokê 5 partiyên çend roj berê ligel wan civiyabû wî pêşniyar bikin, ew dê bibe namzedê serokomariyê.
Kilicdaroglu li ser pirsa namzedbûna hilbijartinên serokomariyê got: “Ekrem Îmamoglu û Mansur Yavaş dê li ser karê xwe berdewam bin. Heger 5 serokên partiyên din ji bo berbijêrbûna serokkomariyê min pêşniyar bikin, ez dê qebûl bikim.”
Kemal Kiliçdaroglu li ser nebûna HDPê di civîna serokên 6 partiyan de jî diyar kir: “Ez vê bêjim, îro li Tirkiyê tenê em bi hemû partiyên siyasî re hevdîtinê dikin. Em dê bi hemû partiyên siyasî re pêwendiyên xwe berdewam bikin. Partiyên siyasî hêmanên bingehîn ên demokrasiyê ne û HDP jî partiyeke siyasî ya bi rêz e. Ji ber wê pêwendiyên me bi wan re jî hene.”
Kiliçdaroglu herwiha daye zanîn: “Dema pêwîst dike em bi HDPê re hevdîtinê dikin. Em dê dengdêrên Kurd qezenc bikin. Pêwendiyên me bi wan re gelekî baş in. Ti pirsgirêkeke me nîne. Bi HDPê re jî bi dengdêrên Kurd re jî pêwendiyên me di çarçoveya standartên demokrasiyê de berdewam in. Ez dê biçûma Diyarbekirê, lê ji ber şert û mercên keşûhewayê nikaribûm biçûma, ez ê di demên pêş de biçim. Dibe ku, hêvî, daxwaz û pêwîstiyên wan hebin. Ev dê di nav demokrasiyê de bên axaftin û di çarçoveya mafên mirov de tiştên pêwîst bên kirin.”
Kiliçdaroglu li ser girtîmayîna Selahattin Demirtaş û Osman Kavala jî got: “Nayê qebûlkirin, hinek biryarên ji aliyê saziyên Ewropayê ve hatibin dayîn, li Tirkiyê neyên bicihkirin. Osman Kavala jî Selahattin Demirtaş jî bê sedem di girtîgehê de ne. Li dijî yasa û hiqûqê têne girtin. Nabe mirovek ji ber nêrînên xwe bê darizandin û girtin. Hûn nikarin bêjin em biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê cîbicîh nakim. Em neçar in biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê cîbicîh bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin