Kilicdaroglu û saredarên CHPê li herêmên erdhejê geriyan
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel a Tirkiyê (CHP) Kemal Kilicdaroglu, îro Sêşemê çû serdana deverên ku ji erdhejê bandoreke mezin li wan kiriye û xebatên rizgarkirinê şopand.
Şaredarên bajarên mezin ên Stenbol Ekrem Îmamoglu, yê Enqere Mensûr Yavaş, yê Antalya Muhittin Bocek û yê Edeneyê Zeydan Karalar jî ligel Kilicdaroglu li herêmên erdhejê yên Edene, Hatay û Antakya (Îskenderun) geriyan.
Kilicdaroglu di serdana cihên erdhejê de, xebatên rizgarkirinê şopandin û bi welatiyan re jî li ser erdhejê û daxwazên alîkariyan axivî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin