Koreya Bakur: Sedema vî serî, Amerîka ye!
PeyamaKurd- Rayedarên Koreya Bakur îdia kir ku sedemaşer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistînê de bi temamî ji ber Amerîkayê ye.
Ajansa fermî ya Koreya Navendî ya Nûçeyan (KCNA), di derbarê rewşa Rojhilata Navîn de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Amerîkayê, piştî pevçûnan demildest bi alîkarî û çekan destek da Îsraîlê. Sedema şerê li herêmê, bi temamî Amerîka ye.”
Her wiha daxuyaniya ku Serokê Amerîkayê Joe Biden a ku çû Îsraîlê û piştgiriya xwe ragihand jî hat nirxandin û hat gotin ku
“Amerîka berpirsyariya qeyrana li Rojhilata Navîn dixe ser milê Filistînê ku wekî 'êrîşkar' bi nav dike. Divê civaka navneteweyî ji nêz ve kiryarên Amerîkayê bi biryardarî bişopîne û divê ev însiyatîfa xeternak û ehmeqî bi biryardarî bê şermezarkirin û bê redkirin.”
Her wiha hat îdiakirin ku qeyrana li Rojhilata Navîn, ji ber "provakasyonên bi zanebûn" ên Amerîkayê zêde bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin