Kurdistan | 5 wefat û 213 pêketiyên nû hatin tomarkirin

04 January 2022 18:51 0 dîtin
Kurdistan | 5 wefat û 213 pêketiyên nû hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 213 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Duşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 213 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 66 kes li Hewlêrê, 103 kes li Silêmaniyê, 38 kes li Duhokê, 2 kes li Helebce û 4 kes Germiyanê ne.

Wezaretê herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 5 kes mirine û 142 kes jî ji nexweşiya korona baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 381329 kesan, ya mirinan bû 7127 kes û heta niha 372575 kes jî baş bûne.