Kurdistan | Serok Barzanî bi sanda Huda-Parê re civiya

30 April 2019 15:36 0 dîtin
Kurdistan | Serok Barzanî bi sanda Huda-Parê re civiya

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê li nivîsgeha xwe ya Pîrmam a Hewlêrê pêşwazî li şandeke Partiya Doza Azad (Huda – Par) ya Bakûrê Kurdistanê kir.

Malpera fermî ya Barzanî ragihand, Serok Barzanî, îro bi şandeke Huda-Parê ya bi serokatiya serokê giştî yê wê partiyê Îshak Saglam re civiya.

Hat zanîn di civînê de behsa rewşa siyasî ya Tirkiyê û rewşa gelê kurd li Bakurê Kurdistanê hatiye kirin.

Di hevdîtinê de her wiha tekezî li ser xebata aştiyane ya gelê kurd bo standina mafên xwe yên rewa hat kirin.

Dibe ku bala we bikişîne... Amerîkayê pesnê Pêşmerge da: Hevkarekî gelek bi qabîliyet e