Le Drian bi Berhem Salih re hevdîtinekî kir
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, bi seredana fermî li Iraqê ye û bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re hevdîtinekî kir.
Hevdîtina bi serokkomar Berhem Salih re li Qesra Haştiyê, piştî hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyîn re çêbû. Li gor ragihandina baregeha çapemeniyê ya serokkomariya Iraqê, li ser gelek têkiliyên dualî, li ser têkoşîna li dijî DEAŞ ê hat axaftin. Bo aktîvkirina têkiliyên stratejîk yên her dû dewletan, rola şêrketên Fransayê di avakirina deverên ku ji DEAŞ ê hatine rizgarkirin û hevkariya têkoşîna li dijî Kovid-19 ê babetên axaftina wan bû.
Wezîrê karên derve yê Fransayê dubare ragihand ku destekê didin hukumraniya (desthilatdariya) Iraqê, parastina îstîqrarê û bo avakirina şertên baştir yên jiyanê li welatê Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin