Li Colemêrgê du welatî bi hinceta qaçaxçîtiyê hatin birîndarkirin
PeyamaKurd – Li navçeya Rubarok a Colemêrgê li devera Çemekûrkê ya ser bi gundê Mawanê ve, du welatî bi hinceta qaçaxçîtiyê hatin birîndarkirin.
Serokê Baroya Diyarbekirê Nihat Eren li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir: ‘‘Li navçeya Rubarok a Colemêrgê li devera Çemekûrkê ya ser bi gundê Mawanê ve, welatiyên bi navê Celil Ekincî (17) û Şahap Şendul (21) ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi hinceta ku qaçaxçî ne û bêyî ku bêne hişyarîkirin hatin birîndarkirin.”
Nihat Eren herwiha da zanîn, li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê di du salên dawî de sêyemîn car e mafê mirovî tê binpêkirin û got: “Weke di vê mînakê de tê dîtin, ku zarok piranî zarok dibin qurbaniyên bûyeran, dema ku dor tê ser Kurdan, ti girîngiya mafên mirovan namîne. Em dê bûyerê bişopînin û raya giştî agahdar bikin.”
Li gor hat gotin her du birîndar bo nexweşxaneyeke Herêma Kurdistanê hatine veguhestin. Şendul ê ku birîna wî sivik bû ji nexweşxanê derketiye lê Celal Ekîncî yê 17 salî ku ji zikê xwe birîndar bû, dermankirina wê berdewam e.
Vîdyoya ku dema bûyerê hatiye girtin, li medyaya civakî hatiye belav kirin. Di dîmenan de tê xuyakirin ku her du welatî birîndar li erdê ne û bo biçin nexweşxaneyê alîkariyê ji leşkeran dixwazin. Lê tê dîtin ku leşker li ser wan sekîniye û tu midaxeleyê bo birîndara nakin. Xizmên kesên birîndar ji leşkeran re dibêjin destûr bidin em bi otombîla xwe bibin nexweşxaneyê.
Li gor agahiyan, berî niha jî di berfanbara 2020an de li heman herêmê kesekî ku birîndar bûbû Reşat Ekîncî birayê Celal Ekîncî ye.
Herwiha Parlamenterê berê yê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu jî li ser hesabê xwe yê twitterê, derbarê bûyerê de nivîsandiye: “Dîsa bi hinceta ‘qaçaxçîtiyê’ zarokên Kurd ji pişta xwe gulebaran kirin, wekî ku li Roboskî bombe bi ser wan de barandin. Baş e, we li hemberî kesên ku bi kestiyan bi tonan heşîş (kokaîn) anîne çi kir?”
<>Hakkari’nin Derecik ilçesine bağlı Samanlı köyünün Çemekûrk (Derindere) mevkiinde, 18/05/2021 tarihinde Celil Ekinci (17) ve Şahap Şendul (21) isimli yurttaşlar güvenlik güçleri tarafından kaçakçı oldukları gerekçesiyle ve uyarıda bulunulmaksızın yaralanmışlardır. pic.twitter.com/OsO8zSnfNa
— Nahit Eren (@av_nahiteren) May 19, 2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin