Li Efrînê 7 kes hatin girtin û 600 malbatên din jî hatin bicihkirin
PeyamaKurd – Li Efrînê hem guhertina demografiyê bi malbatên çekdaran û hem jî girtin û revandina xelkê niştecihên deverê berdewam dike.
Tora Çalakvanên Efrînê herî dawî ragihand ku çekdarên Koma Sultan Murad ya girêdayî Tirkiyê, li gundê Sêmalka yê navçeya Mabatê ya Efrînê 7 kes girtin ku sisê ji girtiyan birayên hev in.
Navê kesên hatine girtin wiha ne: Ismet Mistefa Mihemed, Mihemed Ibrahîm Mistefa, Ibrahîm Mistefa Mihemed, Mihemed Mistefa Mihemed, Ednan Hemîd Mihemed, Mehmûd Hemîd Mihemed û Ehmed Hemîd Mihemed
Herwiha li gorî zanyariyên dawî siyaseta guhartina demografîk jî li Efrînê didome û 600 malbatên nû li bajêr û gundewarên wê hatine bicihkirin.
Amarên malbatên li gorî navçeyan hatine bicihkirin jî wiha ne:
Gundê Kefîra 14 malbat, Gundê Iskan 48 malbat, Gundê Tirinde 46 malbat, Gundê Gurzîle 70 malbat, Gundê kefer Zîte 12 malbat, Gundê Birc Heyder 11 malbat, Gundê kefer Beter 21 malbat, Gundê Kefer Dil 66 malbat, Gundê Cûqê 12 malbat, Gundê Eyîn Dara 97 malbat, Gundê Bsûta 46 malbat, Gundê Mirata 33 malbat, Gundê Estîr 11 malbat, Gundê Kefer Şîlê 21 malbat, Gundê Til Tewîl 19 malbat, Gundê Fafirtîn 95 malbat, Hola Zagrozê 50 malbat

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin