Li Fransayê hilbijartin birêve diçe: Ji bo 577 kursiyan zêdetirî 6 hezar namzed di pêsbirkê ne

12 June 2022 12:12 0 dîtin
Li Fransayê hilbijartin birêve diçe: Ji bo 577 kursiyan zêdetirî 6 hezar namzed di pêsbirkê ne

PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên seroktiyê ku Emmanuel Macron car din wekî serokomar hat hilbijartin, îro 12ê Hezîranê jî li Fransayê hilbijartinên parlamentoyê têne kirin.

Proseya dengdana hilbijartinên parlamentoya Fransayê, îro Yekşemê li demjimêr 08:00 dest pê kir û heta demjimêr 18:00 li gor dema Fransayê dewam dike.

Bi qasî 48,7 milyon hilbijêr ji bo hilbijartina 577 parlamenteran wê dengê xwe bidin ku di navbera Hevpeymaniya Ensemble ‘Bihevre’ ya partiya Macron pêşengiya wê dike û hevpeymaniya Nupes a çep ku Jean-Luc Melenchon seroktiya wê dike de, birêve diçe.

Di hilbijartinê de 6 hezar û 293 namzed ji bo bibin parlamentar ketine pêşbirkê ku heger di gera yekem de ji bo hin kursiyên parlamentoyê piranî neyê bidestxistin, gera duyem a hilbijartinê tê kirin.

Hevpeymana Nupes, hêvî dike di hilbijartinan de 289 kursiyan bi dest bixe û rê li ber serokwezîrtiya Melenchon veke.